Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA— Wezîrê Derve yê Îranê, Seyid Ebas Eraqçî got ku peymana nû ya bi Amerîkayê re divê li ser prensîb û mijarên bingehîn be û divê aliyên dijber piştrast bin ku bernameya navokî ya Îranê aştiyane ye û dê her û her aştiyane jî bimîne û di enî demê de boykotên li dijî Îranê bên rakirin. Wezîrê Derve yê Îranê got ku zengînkirina uranyûmê mafê me ye. Em endamê Peymana Belavnekirina çekên navokî (NPT) ne û mafê me heye ku ji enerjiya navokî ya aştiyane, ji wan zengînkirinê sûd werbigirin. Eraqçî got ku em ji ber xebatên navokî yên aştiyane herî kêm 20 sal in di bin boykotan da ne, me zanyarên xwe ji dest dane û ji ber vê yekê jî em ketine nav şêr. Ji ber vê yekê, ev mijar niha mijara rûmet û serbilindiya neteweyî ya îraniyan e û em ê dev ji wê bernedin.
...............
Dawiya peyamê
Wezîrê Derve yê Îranê got ku îmkana rêkeftineke baştir ji Rêkeftina Navokî ya 2015`an heye û dibe hêmanên wê yên wisa hebin ku pir baştir ji rêkeftina berê be.
Your Comment